Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûcên artêşa Tirk: Dagirkeriya Tirk a li dijî gerîla nikare bi pêş keve çekên kîmyewî bi kar tîne

 

SÛCÊN ARTÊŞA DAGIRKER
DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ GERÎLA NIKARE BI PÊŞ KEVE ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Dewleta tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser înkar û tinekirina gelan tesîs kiriye, li ser xaka Kurdistanê ya dagir kiriye navberê nade êrişan.

Li dijî van êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewlet Tirk;

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi taktîkên nûjen û bi bandor têdikoşin.

Dagirkeriya tirk a li Avaşîn, Zap û Metînayê xitimiye, li dijî gerîla çekên kîmyewî, gazên jehrî û çekên konvansiyonel bi kar tîne.

Dewleta dagirker helbet ne cara yekem e van çekên qedexe bi kar tîne.

Ji 15’û Tebaxa 1984’an ve artêşa tirk a dagirker jî envanterên xwe yên çekên kîmyewî zêde kirin.

Belgeya pêşî li ser mijarê 25’ê Sibata 1986’an bi mora Sererkaniya Tirk hatiye amadekirin.

11’ê Gulana 1999’an li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn..

Dîmenên piştî şer sala 2011’an li Roj TV hatin weşandin.

Wekî din derket holê ku artêşa tirk li navça Colemerg Çelê di şerekî ku 2009’an de qewimî 8 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd xistin.

Di cotmeha 2011’an de li Geliyê Tiyarê jî dîsa bi çekên kîmyewî 36 gerîla şehîd ketin.

Li dijî vê qetlîamê li temamiya Kurdistanê gel rabû serhildanê.

Komela Mafê Mirovan di sala 2011’an de ‘Rapora Çekên Kîmyewî’ eşkere kir.

Li gorî vê raporê dagirker di navbera 1994 û 2011an de 47 caran ev çek bi kar anîne. Di encamê de 437 gerîla şehîd bûne.

Ne bi tenê li Bakur dagirkeriya tirk li Rojava jî gelek caran ev çek bi kar anîn.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî ev wehşeta bi çekên kîmyewî teyît kir.

9’ê cotmeha 2019’an dagirkeriya tirk li Serêkaniyê ev bombe bi kar anîn.

Roja ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê ku navenda xwe li Hollandayê ye biryar da ku van raporan lêkolîn bike;

Derket holê ku sefîrê tirk ê Hollandayê Şaban Dîşlî 30 hezar ewro rişwet daye rêxistina navborî

Ev rêbaza qirêj a şer ku ji terteleya Dersimê heta bi Helebceyê li dijî gelê Kurd hat bikar anîn, di şerê Garê de jî hat xebitandin.

Di êrişa 10’ê sibata 2021’an de artêşa tirk a dagirker êrişî Garê kir

Li dijî Kampa Siyanê ku 13 esîrên şer jî lê dihatin girtin bi çekên giran û kîmyewî êriş kir.

Wê demê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan der barê êrişê û bikaranîna van çekan de bang kir ku heyeteke serbixwe biçe wir û lêkolîn bike.

Artêşa dagirker di şerê xwe yê li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê de jî pir caran serî li vê rêbaza qirêj da.

Dagirkerên ku li Mamreşo nekarîn 10 rojan îradeya gerîlayên di bin fermandariya Serhat Giravî de bişkînin di tunelên şer de çekên kîmyewî bi kar anîn.

7 gerîlayên azadiya Kurdidstanê bi vî awayî şehîd bûn.

Li Avaşîn û Zapê û li gelek deverên din ên Kurdistanê jî artşa dagirker bi van rêbazên ku sûcên şer in dixwaze xwe li ser pêyan bigre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv