ARTÊŞA TIRK LI EFRÎNÊ DERB XWAR
LI ŞÊRAWA DRONEK HAT XISTIN, LI BILBILÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di saetên êvarê de li gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê, droneke artêşa Tirk a dagirker hate xistin.
Droneke Artêşa Tirk a dagirker dema ku li ser ezmanê gundên Bênê û Keştarê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê difiriya, li gundê Bênê hat xistin.
Beriya bi şeveke din jî droneke artêşa Tirk a dagirker li heman gundî hatibû xistin.
Li navçeya Efrîn Bilbilê jî bi bombeyên destan li dijî baregeheke çeteyên Dewleta Tirk çalakî pêk hat.
Di çalakiyê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn.