LI HEWLÊRÊ ÊRIŞ PÊK HAT
LI BAŞÎQA LEŞKEREKÎ ARTÊŞA TIRK HAT KUŞTIN
Şevê din li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê êriş pêk hat.
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku êrîş bi riya droneke ku TNT barkirî pêk hatiye.
Hedefa êrişê jî navendeke hêzên Hevpeymaniyê bû.
Hat ragihandin ku ti ziyaneke canî çênebûye, tenê ziyanên madî hene.
Her bi mûşekan êrişek li baregeha leşkerî ya Artêşa Tirk li Başîqayê jî pêk hatiye.
Dewleta Tirk jî ragihand ku di encama êrîşê de leşkerekî wan hatiye kuştin.