Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya li Efxanistanê: Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk de balê dikişîne ser karesata dewleta netewe

 

ALOZIYA LI EFXANISTANÊ
RÊBER APO DI MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK DE BALÊ DIKIŞÎNE SER KARESATA DEWLETA NETEWE

Li Efxanistanê piştî ku Amerîkayê hêzên xwe vekişandin, di demeke kin de Talîbanê bajar yek bi yek bi dest xistin.

Di serî de Serokkomarê vî welatî Eşref Xenî, rayedarên dewletê yek bi yek ji welêt reviyan.

Vê yekê careke din krîz, kaos û bêçaretiya netew-dewletê raxist berçavan.

Rêber Apo di Manîfestona Civaka Demokratîk de bal kişandiye ser vê karesata netew-dewlet pê re rû bi rû maye.

Di cildê 5’an ê bi navê Parastina Kurdên di nav pencên qirkirina çandî de li ser rewşa Efxanistanê, êrişa Amerîka û hevkarên wê radiweste.

Vê yekê jî di bin navê “LI IRAQ, EFXANISTAN û PAKISTANÊ JIHEVDEKETINA DEWLETA NETEWE û JI BER AWAYÊ AVABÛNÊ ASÊMAYÎNA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST” de dinirxîne.

Rêber Apo destpêkê vê yekê bi bîr dixe:

Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişek birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin.

Armanca vê yekê jî wiha rave dike:

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê.

Rêber Apo li ser avakirina El Qaîde û Talîbanê jî vê tespîta girîng dike:

Armanca pêngava pêşî ya li dijî Efxanistanê ew bû, ji bo Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin.

ALOZIYA LI EFXANISTANÊ
RÊBER APO: CÎLAYA DEWLETA NETEWE HINEKÎ BILIVE WÊ RASTÎ DERKEVE HOLÊ

Rêber Apo rewşa li Efxanistanê jî weke ya li Iraqê dinirxîne û bi tespîta ku dike rewşa îro li Efxanistanê bi krîza dewleta netewe derketiye holê destnîşan dike:

Li wir jî piştî dewleta netewe amûreke amade ya li şûnê deynin tinebû.

Ya rastî, piştî li tevahiya herêmê qalikê dewleta netewe şikiya rewşa derket holê dişibiya hevdu.

Cîlaya dewleta netewe bi tenê kiribû ku mirov wê weke modern bibînin.

Kengî ev cîla were jêbirin û kolan, rastiya derkeve holê pirsgirêkên çandî ne ku hezarên salan e, ketine ser hev û kom bûne.

Rejîmên despotîk ên ji rêûresmê bi tenê bi zorê çand tepisandin.

Bi vî awayî pêkan nîne ku ew van çandan tine bikin.

Cîlaya modernîteyê gelekî seresere û tenik bû.

Kengî hinekî biliviya wê bihata xwarê û tabloya rastî derketa holê.

Hema hema bi temamî hegemonên modernîteyê di vê de asê diman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv