Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Koç – Şoreş Amed

 

 

Gerîlayê HPG’ê Şoreş Amed tevî gerîlaya YJA-Starê Îsyan Tolhildan 22’ê Cotmehê li herêma Omeriyan şehîd bûn.
Piştî bi mehan, malbata şehîd Şoreş cenazeyê kurê xwe girt û li navçeya Amedê Bismilê veşart.

AHMET KOÇ-ŞOREŞ AMED
CENAZEYÊ GERÎLAYÊ HPG’Ê LI BISMILÊ HAT VEŞARTIN

Gerîlayê HPG’ê Ahmet Koç bi nasnav Şoreş Amed û gerîlaya YJA-Starê Songul Ozgun bi nasnav Îsyan Tolhildan roja 22’ê Cotmehê li derdora gundê Qurdisê yê herêma Omeriyan li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Cenazeyê gerîla şoreş li goristana bêkesan hatibû veşartin..

Piştî testa DNA’yê malbatê cenazeyê şehîd girt û bir navçeya Amedê Bismilê..

Li pêşiya goristana Seyrantepeyê gelek kesan cenazeyê şehîdê Kurdistanê pêşwazî kir.

Lê belê polîsên dewleta Tirk tenê destûr dan ferdên malbatê beşdarî merasimê bibin..

Piştî wacibên olî cenazeyê gerîla Şoreş Amed hat veşartin.

Gerîla Şoreş di sala 2001’ê de tevlî refên gerîla bû.

Di 2005’an de dema ji bo erkekê çû Stenbolê, dîl hat girtin.

9 salan li zîndanên dijmin ma.

Di sala 2014’an de çawa ji zindanê derket dîsa berê xwe da çiyayên azad û beşdarî hêzên taybet bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv