Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar

 

 

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxandin.
Mîthat Sancar dijî şerxwaziya Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê peyama xurtkirina têkoşînê da û got.
Çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşiya HDP’ê bigirin.
Em ê faşîzmê têk bibin, qeyûman biqewirînin û muzeyên şermê ava bikin.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
EMÊ DI SALA NÛ DE JÎ TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna komê ya yekemîn ya sala 2022’an de axivî û diyar kir ku ewê di sala nû de jî, têkoşîna xwe xurt bikin.

Sancar biryardariya HDP’ê destnîşan kir û got: Em tevgera kesên xwedî vîjdana paqij, têkoşer û biryardar in. Emê biryardariya xwe û îradeya xurt nîşan bidin, hertim pêşde biçin û teqez bi ser bikevin.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
EMÊ JI AKP-MHP’Ê HESABÊ HEMÛ SÛCÊN WAN BIPIRSIN

Sancar bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyê û got: Desthilatdarî hewl dide krîzê veşêre. Şev û roj derewan dike û xeyalan difiroşe. Çav berdaye bêrîk û sofraya xelkê. Desthilatdariyeke xwedî hişmendiya tarî ye.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
EMÊ AYSEL TUGLUK Û HEMÛ RÊHEVALÊN XWE RIZGAR BIKIN

Sancar anî ziman ku AKP-MHP’ê zindan veguherandina malên mirinê û got: Emê hesabê krîza aborî jî, yê derewên wan jî, yê belavkirina rantê jî û yê sûcên wan ên li zindanan jî, bipirsin. Emê rêheval Aysel Tûgluk û hemû rêhevalên xwe azad bikin.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
AMED YA ME YE, EMÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN Û QEYÛMAN BIQEWIRÎNIN

Hevserokê HDP’ê talankarî, wêrankarî, dizî û sextekariya qeyûman û hewldana danîna navê faşîst Devlet Bahçelî ya li daristaneke Amedê jî bi bîr xist û got: Jixwe gelê Amedê jî dibêje. Amed ya me ye. Em tên. Emê faşîzmê têk bibin. Qeyûman biqewirînin. Emê daristanên azadiyê ava bikin û li cih wan qewûman çê kirine, bikin muzeyên şermê.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
EMÊ NÎŞAN BIDIN, HDP LI SER PIYA YE Û LI HEMÛ DEVERAN E

Mîthat Sancar HDP wekî navnîşana rê û polîtîkaya rast nirxand û got: Di serî de gelê Kurd, emê îradeya hevpar a gelan ava bikin. Emê wekî HDP li hemû deveran bin. Emê li kolanan HDP’ê biparêzin. Emê nîşan bidin em li ser piya ne. Emê nîşan bidin, em mezin dibin. Emê nîşan bidin, vaye em tên, HDP tê û bi xwe re Edalet, aştî û demokrasiyê tîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv