HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMET KARAMÛS:
‘HEKE YEKÎTÎ ÇÊBIBE, WÊ BERJEWENDIYÊN KURDISTANÊ BÊN PARASTIN Û BIBE XWEDÎ STATÛ’
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, têkildarî xebatên yekîtiya Kurd û têkiliyên dawî yên di navbera partiyên Kurd de ji ajansa Mezopomya re axivî.
Karamûs destnîşan kir ku bi taybetî ev 2 salên dawî, di warê xebatên yekîtiya neteweyî de bi gelek sazî û dezgehên siyasî re hevdîtin kirine.
Karamûs wiha dewam kir:
Niha li her aliyê Kurdistanê girîngî û nirxê yekitiyê zêdetir tê hîskirin û tê dîtin ku çiqas elzem e.
Ji xeynî PDK’ê helwesta partiyên din ên Kurd hemû jî baş û çêker bû.
Li gel hewildanên me hemûyan jî daxwaza hevdîtinê ji aliyê PDK’ê ve hat redkirin.
Em hêvî dikin û li bendê ne ku PDK jî tevlî vê hewildanê bibe.
Dewletên dagirker ji bêtifaqiya Kurdan sûd werdigrin û êrişî Kurdan dikin.
Divê partiyên kurd nekevin vê xefkê û nakokiyên di navbera xwe de bi rêbazên dîplomatik çareser bikin.
Karamûs herî dawî ji bo yekîtiya neteweyî ev bang li partî û rêxistinên kurdan kir:
“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstiya me, bi me heye.
Pêwîstiya me bi diyalog û yekîtiyê heye.
Em vê weke ji xwe re karê sereke dihesibînin.