Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Amadekariyên êrişên nû tên kirin: Artêşa Tirk û PDK’ê xwe li herêmê bi cîh dikin

 

AMADEKARIYÊN ÊRIŞÊN NU TÊ KIRIN
ARTÊŞA TIRK Û PDK’Ê XWE LI HERÊMÊ BI CÎH DIKIN

Tirkiyê di van çend salên dawî de li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirker berfireh kir.

Dewleta dagirker bi hevakariya PDK’ê hewilda ku plana xwe ya dagirkeriyê bibe serî.

Rejîma faşîst a AKP-MHP li Bakûrê Kurdistanê ji bo di qada siyasî û civakî de nerazibûnên li dijî van êrişan ji holê rake pêla girginê da despêkir.

Di vê pêvajoyê de li Bakûrê Kurdistanê ji bo vî şerê qirêj bide meşandin ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP Suleyman Soylu hat wazifedar kirin.

Bi fermana Soylu bi hezaran kes hatin binçavkirin, şaredariyê HDP hatin desterkirin û di nav de parlementer gelek kes jî hatin girtin.

Ev êriş bi qada siyasî û civakî ve sînordar neman. Bi rê û rêbazên cûda ji serhedê heya Behdînanê, ji Efrînê heya Şirxenê xwezaya kurditanê hat talankirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî rejîma faşîst xwest bi destê PDK heman stratejiyê pêk bîne.

Li ser vê di Nîsana 2020’an de li Zînê Wertê hewildan ku qadên gerîla dorpêç bikin.

Hêzên PDK li vêderê koordînatên kampên gerîla bi dewleta tirk re parvekirin.

Di encama vê de 16’ê Nîsanê balafirên şer ên Tirk herêm bombebaran kirin 3 gerîla şehîd ketin.

Bi fikra PDK’ê 25’ê Cotmehê hêz şande ser qadên gerîla û hewl da ku meziyan deyne.

Vê carê 4’ê Mijdarê li dijî qada Garê ket nav liv û tevgerê.

Li gel hişyariyên gerîla jî hewl da ku li kampa li derdora gundê Bêbadê bi cih bibe.

PDK bi taktîkên dewleta Tirk xwest li qadên gerîla bi cih bibe.

Di 10’ê Sibatê artêşa dagirker bi heman armancê êrişî Garê kir. Artêşa li dijî êrişên gerîla naçar ma ku vekişe çekên kîmyewî bikar anî.

Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê 23’ê Nîsanê li dijî herêmên Avaşîn Zap û Metîna dest bi êrişek nû kir.

PDK 4’ê Gulanê hêzekî mezin şand qada Biavya û Bêdehê yên Metîna.

piştî roja 5’ê Hezîranê PDK’ê hêzekî mezin bi wasayitên zirxî sewqî herêmê kir.

Hêzên leşkerî yên PDK’ê ji 6’ê Hezîranê û wir ve dixwaze li herêmê bi pêş ve biçe.

Ev gavên PDK’ê ji hêla partiyên siyasî yên Başûr, rêxistin, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, gelê li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bû sedema nerazîbûnê.

Ji ber ku PDK xwest vê bike şerê Kurdan. Partiyên başûr û gel aşkere kir ku ew tevlî vî şerî nabin.

Wisa diyare ku PDK dîsa ketiye nav hewildanên pêk anîna vê polîtîkaya qirêj.

Di van du salên derbasbûyî de diya bû ku li gor polîtîkaya dewleta tirk li herêmê tevdigere.

Agahiyên ji qadê tên diyar dike ku PDK ji bo êrişên nû xwe amade dike.

Bi vê ve derdikeve holê ku lîstikên PDK ên bi hevkariya Tirkiyê pêş dikevin her ku diçe bêhtir bi tehluke dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv