ALMANYA, BELÇÎKA, HOLLANDA Û LUKSEMBÛRG DI BIN AVÊ DE NE
DEHAN KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, GELEK KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛN
Belçîka, Almanya, Luksemburg û Hollanda ji ber barîna barana zêde di rewşeke xerab de ne.
Li herêma Valon a Belçîkayê ava gelek çeman bi ser ve çû û vê yekê rê li ber lehiyê vekir..
Gelek cih û warên sivîlan di bin avê de man..
Li gorî rayedaran heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes ji cih û warên xwe bûne..
Wek Belçîka Luksemburg û Hollanda jî ev çend roj in baran dibare û gelek dever di bin avê de ma ne..
Lê welatê ku herî zêde ji baranê bandor bû Almanya ye.
Li gorî rayedarên Alman heta niha 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî winda ne.