SERKEFTINA BERXWEDANA LI DIJÎ REKTORÊ QEYÛM
ERDOGAN NEÇAR MA MELÎH BULU JI REKTORIYA BOGAZÎÇÎ BIGIRE
Şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan di destpêka salê de mirovê nêzî xwe Melîh Bulu wekî rektorê qeyûm yê Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê wezîfedar kir.
Ev wezîfedarkirina rektorê qeyûm bû sedema nerazîbûnên mezin.
Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçî ji destpêka salê û vir ve li dijî rektorê qeyûm di nava berxwedanê de ne.
Çalakiyên li dijî rektorê qeyûm dest pê kirin jî, belavî piraniya zanîngehên Tirkiyê bûn.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo rektoriya qeyûm bide qebûlkirin, hemû hêza polîs xistin dewrê.
Lê belê êrişan nekarî pêşiya berxwedanê bigire.
Piştî 7 mehan ev berxwedan gihîşt armanca xwe.
Şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan ji ber berxwedanê neçar, rektorê qeyûm yê bi xwe wezîfedar kiribû, ji wezîfeyê bigire.
Erdogan bi biryarnameya nîvê şevê, Melîh Bulu ji wezîfeyê girt.
Piştgiriya Zanîngeha Bogazîçî ya pêşengiya berxwedanê dikir, li ser ji wezîfeyê girtina Melîh Bulu daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna li dijî hemû qeyûman derket pêş.
Piştgiriya Bogazîçî anî ziman ku heta ji hemû zanîngeh û şaredariyan qeyûm biçin, ewê xeta têkoşînê bidomînn.