Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Lahor Şêx Cengî: ‘Ez ê heta kongreyê li ser wezîfeya xwe bim’

 

LAHOR ŞÊX CENGÎ
“EZ Ê HETA KONGREYÊ LI SER WEZÎFEYA XWE BIM”

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Lahor Şêx Cengî beşdarî cîvîneke malbatên şehîdan bû.

Lahor Şêx Cengî li vir axaftinek kir û wiha got:

Min rewabûna xwe kongreyê girt û heta kongreyek din ez ê li ser wezîfeya xwe bimînim.

Li ser aloziya di navbera wî û pismamê wî Bafil Talebanî de jî eşkere kir ku ev planek PDK, dewleta Tirk û hin kesên di nava YNK’ê de ye.

Lahor Şêx Cengî diyar kir ku wê li ser rewşa rû dide helwesta xwe eşkere bike û wê peyama wî jî tund bin..

Hêjayî gotinê ye ku niha Bafil Talebanî xwe weke Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê îlan kiriye.

Di demekî de ku êrişên qirrkirinê li ser Kurdistanê dewam dikin; gelê kurd ji aloziya derketî dilteng e.

Temamiya kurdan dixwaze problem bi rêya diyalogê çareser bibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv