Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên Rizgariya Efrînê li dagirkeran dan: Di çalakiyan de 9 esker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

 

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ HRE LI DAGIRKERAN DAN:
DI ÇALAKIYÊN DE 9 ESKER Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê encama çalakiyên dawî yên li dijî dagirkeran daxuyaniyekê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê:

Roja 27’ê Hezîranê şervanan li Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê kirin.

Di encama de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di navbera 5 û 6’ê Tîrmehê de jî şervanan li nêzî bajarokê Marê li dijî dagirkeran çalakiyên sekvaniyê kirin..

Di van çalakiyan de 3 çete hatin kuştin..

Roja 14’ê Tîrmehê jî çeteyek li nêzî bajarokê Marê hat kuştin.

Heman rojê li gundê Meryemînê yê navçeya Efrînê Şerayê jî li dijî dagirkeran çalakiyeke taybet hat lidarxistin..

Wesaîtek hat îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat diyar kirin.

Dîsa 14’ê Tîrmehê şervanan li gundê Gobelê Şêrewa li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî.

Di encama vê çalakiyê de jî 3 esker hatin kuştin, wesaîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî û çebilxaneyek hatin îmhakirin..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv