Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Girê Koordîne 5 dagirker hatin cezakirin

 

LI METÎNAYÊ BI CENGA XABÛRÊ ÇALAKIYA BERFIREH
HPG: LI GIRÊ KOORDÎNE 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn, ku gerîlayan li Metînayê çalakiyek berfireh li dar xistiye.

HPG diyar dike ku 15’ê Tîrmehê hêzên gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûne.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê çalakî wiha pêk hatiye:

Hêzên gerîla ji du milan ve bi çalakiyeke koordînekirî bi ser dagirkerên li Girê Koordîneyê de girtin.

Milê pêşî çepereke ku 3 dagirker û çeka bombeavêj tê de bûn kir hedef.

Milê duyemîn jî berê xwe da çepera çeka A-4 û 2 dagirker tê de bûn, û lê xist.

Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin, çekeke A-4, bombeavêjek û sîstemeke kameraya mobesse jî hatin îmhakirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan ev çalakî ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li dar xistiye.

RÊBAZÊN ŞERÊ QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
HPG: ARTÊŞA TIRK LI WERXELA AVAŞÎNÊ GAZA BI JAHR BI KAR ANÎ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêma Avaşînê jî HPG”ê ev agahî dan:

14’ê Tîrmehê artêşa dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê gazên bi jahr avêtin tunelên şer.

15’ê Tîrmehê jî dema xwest bi teqemeniyan êrişî heman tunelan bike, gerîlayan bersiv da.

Gerîlayan ev teqemenî bêbandor kirin.

14’ê Tîrmehê artêşa Tirk bi helîkopterên êrişê qadên Werxelê û Girê Sor bombe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv