PENGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
BERXWEDANA LI ZINDANAN 231 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Berxedêrên zindanan 27’ê Mijdara 2020’an de ji bo azadiya Rêber Apo û li hember zextên li ser girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
Çalakî birêveberina koma 47’an di roja 231’ê de ye.
Parlementerê HDP’ê ya Wan’ê Murat Sarisaç derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û çalakiyên greva birçîbûnê de ji ajansa ANF’ê re axivî.
Sarisaç diyar kir ku di tecrîd kirina Rêber Apo, di esasa xwe de parçeyeke qirkirina polîtîkayên dijî Kurdan e.
Murat Sarisaç got: wê Kurd û şoreşger heta ku faşîzm têk biçe li ber xwe bidin, ji ber vê yekê jî divê em bibin dengê berxwedêran û û dengê wan bilind bikin.
Mele Mihemmed Înal jî ku li zindana Kandira ya Kocaeliyê di çalakiyê de ye ji rojnameya Ozgur Polîtîka re axivî.
Mele Muhammed Înal dibêje:
Niha li hemû girtîgehan tecrîdeke giran heye. Lê belê bila gumana kesî nebe, em ê biserkevin ; divê bi xwedî derketineke topyekûn, li her aliyê Kurdistanê Daxwazên Girtiyan bên bilindkirin.
PENGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ÇALAKIYÊN LI MEXMÛR Û LAVRÎOYÊ BI BIRYARDARÎ DIDOMIN
Kurdên li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî bi heman armancê 193 rojin bi dorvegerî di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê di roja 210’an de ye.
Çalakî ji aliyê koma 106’an ve bi merasîmek hat dewr girtin.
Li ser navê koma 105’an Evdullah Sipêrtî axivî peyama berxwedanê da: