DAGIRKERIYA ARTÊŞA TIRK
ŞEWATA LI HERÊMA BESTAYÊ EV 2 ROJ IN DEWAM DIKE
Ev demeke artêşa Tirk li herêma Bestayê di nava tevgera dagirkeriyê de ye..
Di vê tevgera dagirkeriyê de artêşa Tirk xwezaya herêmê jî talan dike..
Eskeran doh agir berdan daristanên qada Gêrê Mêrg û Mar ên di navbera Şirnex û Sêrtê de ne..
Agir her diçe mezin û berfireh dibe.
Ji ber tevgera eskerî heye destûr nayê dayîn welatî agir vemirênin..
Hat diyarkirin ku heta niha qadeke berferih a daristanê li herêmê şewitiye..