LI NEXWEŞXANEYA IRAQÊ ŞEWAT
BI DEHAN KES ŞEWITÎN, GEL RABÛ SER PIYAN
Li nexweşxaneya Nasiriyê ya li başûrê Iraqê agir bi beşa nexweşên vîrûsa Covîd-19 lê bûn ket.
Di şewatê de bi kêmanî 58 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.
Li gorî departmana tenduristiyê ya wîlayetê, şewat ji ber teqîna tupên oksîjenê pêk hat.
Piştî şewatê gel rabû ser piyan û li ber nexweşxaneyê kom bû.
Di meha Nîsanê de jî li nexweşxaneyeke li Bexdayê şewat derketibû zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.