ZILM Û FAŞÎZMA LI DIJÎ MEHMET EMÎN OZKAN
TEVÎ NEXWEŞIYA XWE YÊN GIRAN JÎ NAYÊ BERDAN
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan li zinana Amedê ya Tîpa D’yê tê ragirtin û bi mirinê re rûbirû ye.
Ozkan 27’ê Hezîranê ji bo raporê bigire sewqî Saziya Tiba Edlî ATK’ê ya Stenbolê hatibû kirin.
Lê ATK’ê ji bo rewşa Ozkan got, delîl têr nakin û rapor neda.
Li şûna raporê xwest mehekê li zindana Tîpa R di bin çavdêriyê de were ragirtin.
Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir û banga berdana wî hat kirin
25’ê Gulanê jî Mehmet Emîn Ozkan bi destkelemçekirî û dorlêgirtî biribûn nexweşxaneyê.
Bêyî tedawiya wî bê kirin, dîsa destkelemçekirî vegerandin zîndana Tîpa D a Amedê.