SALVEGERA 39’AN A 14’Ê TÎRMEHÊ
PKK: BI RUHÊ WÊ ROJÊ “DEM DEMA AZADIYÊ YE” MEZIN BIKIN
Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 39’an a berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan li zîndana Amedê daxuyaniyek da.
PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Bê çawa rojiya mirinê ya mezin serfirazî bi dest xist, wê berxwedana roja me ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî teqez biserkeve.
Bi vê têkoşîna xwe wê teqez faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.
Em bang li tevahiya hevrê, welatparêzan û dostên xwe dikin;
14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî bi coş pîroz bikin.
Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bi ruhê serfirazî û berxwedana 14’ê Tîrmehê mezin bikin.