Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Ne ji pêngavên gerîla bûya, ti destketiya Başûr nedima’

 

ŞÎROVEYA HEFTIYÊ YA STÊRK TV
GULISTAN ÇIYA ÎKE: NE JI PÊNGAVÊN GERÎLA BÛYA, TI DESTKETIYA BAŞÛR NEDIMA

Gulistan Çiya Îke di Şîroveya Heftiyê ya Stêrk Tv de vê carê bal kişand ser rola PKK’ê ya ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê.

Di şîroveyê de propagandaya reşkirinê û şerê taybet ê dagirkeriya Tirk tê bibîrxistin û wiha tê gotin:

Ji ber ku dewleta Tirk bersiv neda û êrişên xwe zêde kirin, gerîla 1’ê Hezîrana 2004’an pêngavek nû ragihand.

Li gel dewleta Tirk, PDK û hevkarên wê herî zêde li dijî vê pêngavê derketin.

Çawa ku li hemberî pêngava 15’ê Tebaxê derketibûn, wisa jî li dijî pêngava 1’ê Hezîranê derketin; li dijî vê pêngavê jî berê xwe dan propagandaya reşkirinê.

Gulistan Çiya Îke bi bîr dixe, îdîa ewbûn, ku “Rêber Apo bi serfermandariya Tirk re li hev kiriye, bi pêngava 1’ê Hezîranê re wê dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike” û wiha dibêje:

Lê her kesî dît, pêşketinan û dîrokê jî îspat kiriye ku eger pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an a gerîla nebûya, li Başûrê Kurdistanê ti destketî nedima; dewleta Tirk wê di firsenda pêşî de bi hevkariya dewletên dagirker yên herêmê ev qezenc ji holê rakiriba.

Ji ber ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina PKK’ê bû, tehemûlî Başûrê Kurdistanê kiriye.

Heta di hevdîtina Bush-Erdogan ya 2007’an de Emerîkayê PKK wekî dijmin ragihand, ÎHA jî di nav de li pêşberî hercure desteka çekan, dewleta Tirk federasyona Başûr nas kir.

Wê demê serokê CHP’ê Deniz Baykal bû.

Yekî wekî Baykal jî ji bo tasfiyekirina PKK’ê digot pêywendiya bi PDK’ê re di cih de ye û rast e.

Di şîroveyê de tê destnîşankirin, ku PKK tenê bi parastina destketiyan nemaye, her wiha bi têkoşîn û polîtîkaya xwe ew zêde jî kirine.

Gulistan Çiya Îke dibêje, lewma jî divê Kurd hemû van polîtîkayên şaş ên PDK’ê bibînin û helwestê nîşan bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv