JI BASAYA ŞIRNEXÊ HELWESTA PÊWÎST
3 QORICIYAN BEŞDARIYA DAGIRKERIYÊ RED KIR Û ÇEK DANÎN
Ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirine.
Di van êrişan de hem cerdevanan hem jî çeteyan bi kar tîne.
Bi nûçeyekê derket holê, ku dewleta Tirk li gundên navçeya Şirnexê Basayê zextê li qoriciyan dike, da ku tevlî tevgera dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê bibin.
3 qoriciyên li gundên Hetma û Celeka yên Basayê helwesta pêwîst nîşan dan.
Û tevlîbûna li tevgerê red kirin.
Qoriciyan her wiha sîlehên xwe jî danîn.
Çavkaniyên li herêmê ragihandin, ku her sê qoricî 2’yê Tîrmehê çûne qereqolên cendermeyan û sîlehên xwe danîne.