Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê li helîkopteran dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Avaşînê li helîkopteran dan. Bi destwerdana gerîla re helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Agahiyên berfireh ên li ser daxuyaniya HPG’ê wiha ne:

“4’ê Tîrmehê saet di 22:45’an li qada Girê Sor a herêma Avaşînê, helîkopterên Skorsky geriyan. Heman rojê saet di 23:00 de hêzên me li van helîkopteran dan. Piştî vê destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê û balafirên şer bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

2’ê Tîrmehê saet di navbera 20:30-02:10’an de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Mamreşo, Şûkê, Tabûra Ereban, Banista û Girê Silêman, bi helîkopterên Skorsky hêz hatin guhertin.

4’ê Tîrmehê saet di 20:10’an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li qada Stûnayê barandin.

4’ê Tîrmehê saet di 20:00 de li herêma Metînayê qada Kela Qumriyê bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 21:30-00:00 de helîkopter li qada Qaşûra geriyan, zeviyên gundê Deşîşê, gundê Kela Qumriyê, gundê Kêste, derora gundê Hîrorê qada Girê Şehîd Çiya û Derarê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehat.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv