Sala 1973’yan li gundê Sêwsênan ê Qeredaxa Silêmanî ji dayîk bû.
Salên 1995-96’an Beşa Fizîkê li Kolêja Zanistî ya Zanîngeha Selehedîn a Hewlêrê qedand.
Di wan salan de Tevgera Azadiyê û Rêber Apo nas kir û bû neferek ji têkoşînê.
Sala 1997’an tevî komek ciwanên Başûr çû cem Rêber Apo.
Sala 1998’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Damezrîner û Endamê Meclîsa Desteya Rêveber a PÇDK’ê bû.
Di kongreya 4’an a PÇDK’ê de weke serok, di kongreya 5’an de weke hevserok hat hilbijartin.
Sala 2014’an bû Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê.
Bi navê “Xwendinek nû ji dîroka Kurdistanê, Kurte Dîroka Iraqê û Başûrê Kurdistanê, Xwerêveberiya Demokratîk, Qeyrana Sîstemê û Mijara Pêşengiya li Başûrê Kurdistanê û Manîfestoya Ciwanên Başûrê Kurdistanê” 5 pirtûk nivîsîn.