BAZARA ÇEKAN A ALMANYA BI DEWLETA TIRK RE
NOQAV ÊN JI TIRKIYÊ RE HATIN FIROTIN YÛNANISTANÊ DIXE XETERIYÊ
Firotina noqavên Alman ên ji dewleta Tirk re, li gel ku wek gaveke bi talûke hatibû nirxandin jî pêk hat.
Wek mînaka herî berbiçav, tim ewlehiya Yûnanistanê tê binav kirin.
Rayedarên Yûnan berê ketibûn nava li û tevgerê ji bo ev bazara çekan pêk neyê, lê daxwaza wan di asta Yekîtiya Ewrûpa de hatibû blokekirin.
Şerê deryayî ku havîna sala borî di navbera artêşa Tirk û Yûnan de rû dabû, dîsa jî bandor li biryaran nekir.
Li gor zanistan artêşa Yûnan ji ber van noqavan nema xwedî wê hêzê ye ku li hemberî êrîşên deryayî yên dewleta Tirk li berxwe bide.
Almanya bi tevahî 6 keştiyên noqav da dewleta Tirk.
Dewleta Tir, duh yek ji van, bera nava Deryaya Spî da.
Yên mayî jî wê di nava salên pêş de biherikin deryayê.