Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sûcên kolonyalîzma Kanadayê: Gel li dijî pîrozkirina roja neteweyî ye

 

SÛCÊN KOLONYALÎZMA KANADAYÊ
GEL LI DIJÎ PÎROZKIRINA ROJA NETEWEYÎ YE

Duh bi hezaran Kanadayî li Montrealê, dengên xwe kirin yek.

Li ber bîranîna zarokên xweciyan ku berî salan bûbûn qurbanê kolonyalîzma dewletê, xwestin roja cejna netewî êdî neyê pîrozkirin.

Girse, bi pankart û afîşan bang li hukumetê kir ji bo vê rojê îptal bike.

Kanada van demên dawî, bi vedîtina bi sedan gorên bêkesan diheje û bi vê re deftera projeyên berê yên asîmîlasyonê ji nû ve vedibe.

Berî çendeyek, li eyaleta Brîtîsh Kolombiya ya Kanadayê, li dora dibistana Kamplosê hestiyên 215 zarokên xwecî hatibûn dîtin.

Hin ji hestiyan, yên zarokên 3 salî bûn ku tevlî zarokên din bi zorê li dibistanê hatibûn perwerdekirin.

Kamplos, wekî gelek dibistanên şevîn, di dawiya sedsala 19’emîn de ji bo asîmîlasyona zarokên xwecî hatibû vekirin.

Ev dibistana ku di destê Dêra Katolîk de bû, li vir heta dawiya salên 1970’yan, zarokên xwecî dihatin bişaftin.

Lê dîroka tarî ya Kanadayê duh bi di vetîna gorên nû re carek din xwe da der û bi vê re hejmara gorên hatin tespîtkirin ji hezarî derbas kir.

Hikumeta Kanadayê sala 2008’an her çiqas ji ber raboriya xwe bi awayeke fermî ji gelê xwecih lêborîn xwest jî, çavê gel her li ser Vatîkanê ma.

Ji bo maxdûrên wê serdemê, niha mijara tazmînatê di rojeva hikimetê de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv