CENGA XABÛRÊ
HPG: 14’Ê GULANÊ LI METÎNA 3 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Gulanê de eşkere kiribû, ku li bejahiya gundên Asûrî û Kêste yên Metînayê şerekî dijwar heye.
HPG’ê gotibû, ew ê paşê agahiyên berfireh parve bikin.
Navendê îro encamên şerê 14’ê Gulanê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê di vî şerî dijwar de 3 dagirker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
ŞEHÎDÊ ŞENGALÊ
HPG: WÊ CIWANÊN ÊZÎDÎ HEVRÊYÊ ME TÊKOŞER TÎMÎ MÎNAK BIGIRIN
Hevrêyê me Têkoşer jî bi wêrekî û lehengiyeke mezin, sing bi sing şerê dagirkeran re kir û şehîd bû.
Îbrahîm Elyas bi nasnav Têkoşer Botan li Şengalê ji dayîk bûye.
ÎBRAHÎM ELYAS
TÊKOŞER BOTAN
ŞENGAL
DÊ Û BAV: CEMAT BURCO – ELYAS OSMAN
14’Ê GULANA 2021’Ê-METÎNA
Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfirehî behsa kesayeta gerîlayê ji civaka Êzîdî hat kirin.
HPG’ê ragihand, ku bi daxwazeke zêde beşdarî Cenga Heftanînê jî bûye û li herêma Metîna jî beşdarî Cenga Xabûrê bûye.
HPG’ê got:
Bi wêrekiyeke mezin û îradeyek ji pola, berê xwe da çalakiyên li dijî dagirkeran.
Wê hevrêyê me Têkoşer ji aliyê tevahiya ciwanên Êzîdî ve timî mînak bê girtin.
Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe, tevahiya xelkê Şengalê û welatparêzên Kurd re sersaxiyê dixwazin.