Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayên tevgera azadiyê: ‘Em ê Kurdistan ji dijmin re bikin goristan’

 

BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
‘EM Ê KURDISTANÊ JI WAN RE BIKIN GORISTAN’

Çiyayên bi heybet ên Kurdistanê ji berxwedana gerîla ya li dijî Artêşa Tirk a dagirker re şahîdiyê dikin.

Gerîla li dijî êrişên qirker ên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî dîrokî li ber xwe didin û berxwedana wan di asteke bilind de dewam dike.

Gerîlayeke li Metînayê vê peyamê dide: wê Kurdistan ji eskerên Tirk re bibe goristan.

Artêşa Tirk 14’ê Gulanê li gundê Kestê yê herêma Metînayê operasyon da destpêkirin.

Lê gerîlayan li dijî wan çalakî lidar xist, sê esker hatin kuştin û hin eskeran alavên xwe li du xwe hiştin û reviyan.

Gerîlayeke din a li çiyayên kurdistanê Rûken Kobanê ji navê wê û sala beşdarbûna wê ya gerîla diyare ku di dema berxwedana Kobanê de tevlî nava refên gerîla bûye.

Ew bi eslê xwe tirk e û ji bajarê Tirkiyê Samsunê ye.

Gerîla Rûken dibêje, Dewleta tirk PKK pir nebaş bi me dabû nasîn.

Lê dema tevlî nav refên wê bûm, min dît ku hêza terorîst a esasî û kujerên pitikan Dewleta Tirk bi xwe ye.

Rûken bawer dike ku rizgariya gelê kurd di heman demê de mîna yek ji pêşengê tevgera azadiyê Kemal Pîr digot, ‘rizgariya gelê tirk e’ jî.

Gerîlaya ji Samsunê ji paradîgmaya Rêber Apo û hevaltiya di nava PKK’ê de pir bi bandor bûye.

Lewra dîtiye ku di nav PKK’ê de di aliyê ol, ziman û netewê de cihêkarî nîne.

Yek ji daxawa Rûken Kobanê jî ew e ku rojekê karibe rastiya PKK’ê ji malbat, heval û hogirên xwe re vebêje û ji bo doza azadiyê ya gelê kurd hestiyariyekê çêke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv