PÊNGAVA “CENGA XABÛRÊ”
HPG: DI ÇALAKIYA GERÎLAYÊN YJA-STARÊ DE 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildîarî encama şer û berxwedana 48 saetên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek..
Li gorî daxuyaniyê:
“CENGA XABÛRÊ”
Roja 17’ê Hezîranê gerîllayên YJA-STAR’ê li Girê Dûpişk ê girêdayî Haftanînê, li dijî yekîneyên artêşa Tirk çalakî lidar xistin..
Gerîllayên jin bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.
Di encamê de 4 esker hatin kuştin..
Navenda Ragihandinê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna fermandara gerîllayan Zeynep Kinaci hatiye kirin.
PÊNGAVA “BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG: LI QADA WERXELÊ YA AVAŞÎNÊ DRONEKE DAGIRKERAN HAT XISTIN
“BAZÊN ZAGROSÊ”
Di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê de jî,
18’ê Hezîranê tevgera dronên artêşa Tirk li ser herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn, zêde bû..
Li vir di encama bersivdayîna gerîlla de dornek hate xistin..
Navenda Ragihandinê diyar kir ku li herêma Çemço jî ji ber êrişa balafir û topxaneyên Tirk agir bi derdorê ketiye.
Roja 19’ê Hezîranê jî ji bere êrişa balafiran, li herêma Kuro Jehro ya girêdayî Şeladize, şewat derket.