PÊŞMERGEYA DÊRÎN FEYME KOÇERÎ
“PKK PARASTINA KURDISTANÊ DIKE, DIVÊ HERKES PIŞTGIRÎ BIDE”
Feyme Koçerî Pêşmergeya Dêrîn e.
Têkildarî berxwedana gerîla ya li dijî dagirekriyê ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî..
Dayê Feyme PKK’ê weke qeleya gelê Kurd bi nav dike û dibêje, eger ez ciwan bama, minê jî li dijî vê zilmê çek rakirba û li kêleka gerîla li dijî dagirkeriyê şer bikira.
Feyme Koçerî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî wek îxanetê bi nav dike.
Û bang li hemû partiyên siyasî dike ku guh bidin peyama Murad Karayilan.
Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî ji bo parastina Kurdistanê bang li ciwanan dike ku tevlî nava refên gerîla bibin