ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê
JI BO DENÎZ POYRAZ LI ÎZMÎRÊ SERDANÊN SERSAXIYÊ
17’ê Hezîranê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya têtikkeşekî xwe li Izmîrê ji bo komkujiyekê êrişî HDP’ê kir.
Di êrişê de jina têkoşer Denîz Poyraz hat qetilkirin.
Ji bo Denîzê li taxa Çîmentepe ya navçeya Izmîrê Konakê konê sersaxiyê hat vedan.
Ji her navçe û taxên Izmîrê gel ji bo sersaxiyê berê xwe da vê derê.
Dayîkên Aştiyê, endam, rêveber û parlementerên HDP’ê serdana malbata Poyraz kirin û sersaxî xwestin.
Yek ji kesên çû serdanê keça Apê Mûsa, Rahşan Anter bû.
Rahşan got, ev têkoşîn wê ti carî bi dawî nebe.
Dema ez ji dayîk bûm ev têkoşîn hebû û îro ez 73 salî me, ev têkoşîn didome.
Em wê hêviyê dikin, ku em bigihin ziman û welatê xwe.
JINA KURD A TÊKOŞER DENÎZ POYRAZ
LI GUNDÊ XWE YÊ MAHSERTÊ HAT BIBÎRANÎN
Ev der jî gundê Xirabmirîşkê yê navçeya Mêrdînê Mahsertê ye…
Gundê jina Kurd a têkoşer Denîz Poyraz e.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, TJAyê û Meclîsa Dayîkên Aştiyê, şehîd Denîz bi meşeke ber bi gundê wê ve bi bîr anîn.
Jinan li ber deriyê mala Poyraz a 1990’î li cih hêlabû û koç kiribû, daxuyanî dan.
Li ser navê jinan Dayîka Aştiyê Perîxan Altug axivî.
Dayîkan her wiha sekna dayîka şehîd Denîz, Fehîme Poyraz jî silav kirin.
Herî dawî jî parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî.
JINA KURD A TÊKOŞER DENÎZ POYRAZ
FEHÎME POYRAZ: HEKE GELÊ KURD YEK BE, WÊ BISERKEVE
Li aliyê din dayîka şehîd Denîz, Fehîme Poyraz ji cihê konê sersaxiyê mêvana Nîvrojê bû.
Fehîme Poyraz serbilindiya xwe ya bi merasima heybet a ji bo Denîz anî ziman.