ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê Û ŞEHADETA DENÎZ POYRAZ
KJK: EM Ê BI DILSOZIYA DENIZ RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê li ser êrişa li dijî HDPê ya 17’ê Hezîranê û şehadeta jina têkoşer Denîz Poyraz daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ji malbata Denîz Poyraz û gelê Kurd re sersaxî hat xwestin û wiha hat gotin:
Weke jinên Kurd, ji bo pêwîstiya dilsoziya bi xwişka xwe re, soza me be, ku em têkoşînê mezin bikin.
Gelê me wê cihê xwe yê bi rûmet yê di nava gelên Cîhanê de bi berxwedanê teqez bi dest bixe.
KJK’ê bal kişand ser krîza kûr û hilweşîna dewleta Tirk û got, ev desthilatdariya sond xwariye ku qira Kurdan bîne, di cehwera xwe de ne tenê dijminê gelê Kurd, dijminê tevahiya civaka Tirkiyê ye.
ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê Û ŞEHADETA DENÎZ POYRAZ
KJK: BERXWEDANA GELÊ ME, NEHIŞT DEWLETA TIRK BIGIHÊ HEDEFA XWE YA QIRKIRINÊ
Di daxuyaniyê de qirêjiya hukûmeta AKP’ê ketiye navê hat bibîrxistin.
Li Tirkiyê pergal bi rizîbûn, dejenerebûnî û bêedaletiyê hatiye hûnandin.
Dewleta Tirk bi derfetên xwe hemûyan êrişî têkoşîna azadiyê ya Kurdan kir.
Dîsa jî weke tevahiya cîhanê dibîne, li çiya, zindan, bajar, gund, tax û li derveyî welêt, gelê me û jin berxwedaneke mezin dikin.
Bi vê berxwedanê, dewleta Tirk nekarî xwe bigihîne hedefên qirkirinê.
ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê Û ŞEHADETA DENÎZ POYRAZ
KJK: KUJER WEZÎFEDAREKÎ PERWERDEKIRÎ YÊ DEWLETÊ YE
Di daxuyaniya KJK’ê de êrişa pêk hatî weke pîlaneke desthilatdariya faşîst a jinûve zîndîbûnê hat niraxandin.
Kujerê êrişî HDP’ê kirî, wezîfedarekî perwerdekerî yê dewletê ye.
Bi awayekî pîlankirî û rêxistinkirî ev êriş kiriye.
Jixwe ji nêzîkatiya li kujer a wezîfedarên dewletê ev yek xwe dide der.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku armanca êrişê komkujiyeke mezin bû.
KJK’ê têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadiyê bi canbexşane dikin û şehîdên vê têkoşînê yek bi yek bi bîrxistin.
ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê Û ŞEHADETA DENÎZ POYRAZ
KJK: BI HELWESTA PÎROZ A MALBATÊ, WÊ JIN Û GELÊ KURD TÊKOŞÎNÊ BI SER BIXIN
Hevala me Denîz Poyraz jî di nava vê têkoşînê de mezin bû.
Jinên Kurd ji ber daxwaza xwe ya azadiyê, baweriya di vê oxirê de û hewldanên xwe dibin hedef.
Di şexsê jinên Kurd de têkoşîna azadiyê ya gelê me dibe hedef.
Dîsa jî helwesta bi rûmet û biryardar a dayîka hevala me Denîz Poyraz jî nîşan dide, ku jin û gelê Kurd ti carî nakevin.
Em helwesta bi rûmet a dê û bavê Denîz Poyraz silav dikin.
Bi vê helwestê wê jin û gelê Kurd, têkoşînê mezin bikin û bi ser bixin.
Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê were hilweşandin û xistin.
Divê hêzên muxalif hemû li dijî faşîzmê bi hev re li ber xwe bidin.
KJK’ê herî dawî got, têkoşîna hevpar a jin, gelan, hêzên azadî û demokrasiyê wê teqez vê desthilatdariya faşîst biavêje sergoya dîrokê.