Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Neyarê qewmê Xwe, PDK

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
NEYARÊ QEWMÊ XWE: PDK

Pêşmergeyên ku doh Şengal, Mûsil û Kerkûk ji DAIŞ’ê re hiştin û guleyek neteqandin, îro doza serweriya axa Kurdistanê dikin û bi Dewleta Tirk re li dijî PKK’ê şer dikin. Pêşmergeyên PDK’ê ku li dijî DAIŞ’ê şer nekirin û ew parastin, îro bi MÎT û Artêşa Tirk re mil daye mil. PDK’a ku li dijî DAIŞ’ê dest ranekirin, li dijî PKK ya ku DAIŞ têk bir, şer dike.

PDK ku bûye partiya malbata Mesut Barzanî û xizmên wî li dijî hemû êrîşên ku li ser axa Kurdistanê û nirxên kurdan pêk tê bêdeng, ker kor û lal dimîne. Dema di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Kerkuk, Musul û Şengalê kir, Musul, Kerkuk û Şengal bi destê DAIŞ’ê berda. Dema PDK’ê di 25’ê Îlona 2017’an de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê çêkir û gel piştgirî da Serxwebûna Kurdistanê, li dijî êrîşa Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan û ambargoya Tirkiyeyê bêdeng ma. Li dijî hemû operasyonên Artêşa Tirk yên li ser axa başûrê Kurdistanê bêdeng ma.

Li dijî bombebarana balafirên şer ên Tirk ku gundên başûrê Kurdistanê barandin bêdeng ma. Nêzî 2 sal in ambargo daniye ser Wargeha Mexmûrê. Gelê Mexmûrê ji ber êrîşên Tirkiyeyê gund û warên xwe berdan û xwe avêt mala Barzanî. Lê malbata Barzanî li şûna gelê Kurd ê Mexmûrê hembêz bike, pişta xwe da wan. Dîsa niha ambargo daniye ser wan û li dijî êrîşên li ser wan bêdeng e. PDK û malbata Barzanî ku li dijî êrîşên li ser gelê kurd û Kurdistanê bêdeng e, îro li dijî gelê xwe şer dike.

Dîrok îro bêtir û çêtir rastiya PDK’ê nîşanî me dide. Bêtir nîşanî me dide ku pêşmergeyên PDK’ê çima li dijî DAIŞ’ê şer nekirin. Bêtir nîşanî me dide ku PDK çima nêzî yekîtiya gelê kurd nebû. Ji ber îro bêtir em dibînin êdî PDK eşkere piştgiriya Tirkiyê dike. Eşkere diyar dike ku li gorî berjewendiyên AKP-MHP û projeyên Amerîka yê Rojhilata Navîn tevdigere.

Êdî vê dijminatiya xwe hem bi pratîka xwe û hem jî bi lêvên xwe tîne ziman. Îro PDK û pêşmerge li dijî gelê kurd û li dijî Kurdistanê şer dikin. PDK îro bûye dijminê qewmê xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv