Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Piştî Kerkûkê wê Hewlêrê jî wenda bike

 

PIŞTÎ KERKÛKÊ WÊ HEWLÊRÊ JÎ WENDA BIKE
VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Beriya civîna NATO’yê bi du rojan patronê Ewrûpayê Almanya peyamek piştgiriyê da Tirkiyê. Tevî parlementerên Alman gelek kesan xwestin berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, lê Dewleta Alman destûra wan neda. Sedem jî wê têkiliya wan û Tirkiyê xera bike.

Armanca heyeta aştiyê astengkirina şerê navxweyî yê Kurdan e. Lê gelo çi têkiliya vê meseleyê bi têkiliya Almanya û Tirkiyê heye ? Eger Kurd hevdû nekujin wê çi zerara wan bighêje Almanya û Tirkiyê.

Di navbera Dewletan de têkiliyên veşartî û qirêj hene. Mînak dibe ku Almanya û Tirkiye ji bo di navbera PKK û PDK’ê de şer derkeve li hev kiribin. Bi vî rengî wekî ku PKK êrişî rêveberiya Başûr dike nîşan bidin û li ser navê NATO destekê bidin Dewleta Tirk. Dibe ku mesele ev be. Lê daxuyaniya heyî pîlana veşartî eşkere kir. Li ser navê welatê Almanyayê ez matmayî mam. Azadiya çûnûhatina mirovan wekî zerara li dijî Dewleta Tirk nîşan dane. Ev yek têkiliyên qirêj û veşartî yên li ser Başûrê Kurdistanê jî nîşan dide.

Mirovên aştiyê ji bo ku şerê navbera Kurdan asteng bikin berê xwe didin Başûr û vê yekê wekî zerara têkiliyên navbera Dewleta Tirk û Almanya nîşan dan. Wê demê Almanya û Tirkiyê ji bo şerê navbera Kurdan li hev kirine.

Eger gerîlayên HPG’ê şerê pêşmergeyan kiribana wê NATO’yê xelatek dabûya Erdogan.Wê gotibana PKK êrişî pêşmergeyan kiriye û Dewleta Tirk jî alîkariya wan kiriye û NATO jî li cem wan disekine.

Di berdêla wê de jî wê Dewleta Tirk bi NATO’yê re ketiba şerê li dijî Rûsya, Çîn û Îranê. Ji ber ku pîlana wan ewqasî berfirehe çûyîna heyeta aştiyê asteng kirin. Bi vê yekê re hat dîtin ku çawa dixwazin şerekî navbera Kurdan derxînin.

Eger li Başûr di navbera Kurdan de şer derkeve wê dagirkeriya Dewleta Tirk veguhere navê alîkariya ji bo PDK’ê. Ev yek wê alîkariya NATO jî bi xwe re bîne.

PDK ji encameke wiha serkeftî dernakeve. Ev şer wê neşibe şerê carê din. PDK êdî kevin bûye. Rêveberî dewlemend û gel jî feqîr bûye. Li Başûr nakokî zêde bûne. Barzaniyan bi Erdoganê ketî re li hev kirine.

Ev şer wê di navbera gerîla û pêşmergeyan de nemîne. Li tevahiya Başûr belav bibe. Wê demê wê hukûmeta Iraqê dest li rewşê werde. Di bin navê destwerdanê de wê dest deyne ser destketiyên Başûr. Xelkê li Başûr wê piştî Kerkûkê Hewlêrê jî ji dest bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv