ZILMA DEWLETA TIRK
TRAFOYÊN CERYANÊ RAKIRIN Û LI COTKARAN XISTIN
Şîrketên ku bi komîsyonên milyon dolaran ji Qesrê, ji Erdogan îhaleyan digirin.
Heqê wan komîsyonan ji berîka xelkê derdixin.
Li bakurê Kurdistanê şîrketa DEDAŞ’ê jî şîrketek wisa ye. Ew jî weke zêlû li xwîna xelkê dimije.
li gundê Basîkê ku bi ser navça Mêrdîn Şemrexê ye, DEDAŞ’ê lîstikek aniye serê gundiyan.
Ji ber ku gundî li dijî vê lîstikê rabûne, rayedarên DEDAŞ’ê cendirmeyên hikûmeta tirk dane dû xwe û bi ser gund de girtine.
Gundiyên nehiştin DEDAŞ trafoyan rake, cendirmeyan li wan daye.