Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tirkmenên li Sûriyê: Çekên dewleta Tirkiyê diketin destê rêsixtinên nêzî El-Qaîde’yê

 

LI SÛRIYÊ BAZIRGANIYA TIRKIYÊ YA BI RÊXISINÊN TUNDREW RE
TIRKMEN: ÇEKÊN TIRKIYÊ DIKETIN DESTÊ RÊXISTINÊN NÊZÎ EL-QAÎDE’YÊ

Tirkiye demeke dirêj bi rêyên derveyî qanûnî çek şandin Suriyê.

Li gorî armancên xwe, ew teslîmê rêxistinên tundrew ên weke OSO, Nusra û DAIŞê dikirin.

Lê dema ev bûyera sosret di çapemeniyê de jî cîh girt, rayedarûn tirk ji bo van sûçên xwe veşêrin îddîa kirin wan ev çek ji bo parastina tirkmenên Bayirbûcak şandine.

Sedat Peker jî di vîdeoaya xwe ya hefta borî de îddia kiribû ku ev sevqîyata qaçax tev di bin navê rêxistina SADAT ya nêzê hukumetê de tê kirin.

Li ser van îddiayan, Tirkmenên Bayirbûçak dan xuya kirin beriya ku herêma wan bikeve bin kontrola rejimê, ji Tirkiyê dem bi dem malzemeyên eskerî û wesayît dihatin, lê ew nizanin ji aliyê kê ve dihatin şandin.

Lê piştre hemû alîkarî rawestiyan.

Tirkmenekî ku wan deman di şer de cîh girtibû, şahidî dike ku gelek rêxistinên tundrew yên nêzê El qaîde jî bi pereyên xwe wesayît, çek, yan jî malzemetên din ên ji Tirkiyê dihatin dikirîn.

LI SÛRIYÊ BAZIRGANIYA TIRKIYÊ YA BI RÊXISINÊN TUNDREW RE
PEKER: GEL XAPANDIN, BI MILYARAN PEREYÊ ÇEKAN WINDA NE

Ji serkêşên mafaya tirk, Sedat Peker di videoya xwe ya hefta borî de gotibû Derdorên Qesra Erdogan di şerê li Suriyê de gel xapand û bi mîlyaran dolar pereyê bazirganiya bi rêxistinên tundrew re nexistin kasa dewletê, tenê ji bo xwe bikaranain

Peker wiha axivîbû: “Dema TIRên qaçax yên MITê hatin girtin, ekîba me ji Tirkmenên Bayirbûçakê re alîkarî dişand. Serokkomariyê xwest li ser navê me hêjmareke zêde TIR bişîne Sûriyê. Pirnaiya wan çek û sileh bûn. Bi Komên eskerî yên Suriyê re bi milyaran dolar bazirganî hat kirin. Hemû xistin xizmeta xwe.

Hêjayê bibirxistinê ye ku dewleta tirk hemû çeteyên bermayî yên DAIŞ, El Nusra û rêxistinên li bin navê OSO, li hev civandin û bi rêya wan heremên Cerablus, Ezaz, El Bab, İdlib, Efrin, Serekaniye û Gire Spi yek bi yek dagir û talan kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv