TÊKILIYÊN DEWLETA TIRK Û MAFYAYÊ
NICK BRAUNS: ALMANYAYÊ BI VAN QIRÊJIYÊN DEWLETA TIRK ZANIBÛ
Dîroknas û rojnamevan-nivîskar Dr. Nick Brauns yek ji wan kesayetan e ku bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin, ji nêz ve dişopîne.
Wî li ser têkiliyên dewleta Alman bi Tirkiye û Kurdistanê re gelek pirtûk, gotar û lêkolîn nivîsîne
Dr. Brauns ji ajansa nûçeyan a Firatê re ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser mikurhatinên Sedat Peker û got:
Bûyerên ku qala wan hate kirin salên dawî ji aliyê medya Kurd, HDP, siyasetmedarên li eniya muxalefetê û rojnamevanan ve timî dihatin vegotin.
Tişta nû ji bo me ew e ku bazirganiya narkotîkê, şandina çekan ji bo cîhadîstên li Sûriyê û gefxwarina li muxalîfan ji aliyê endamekî dewleta kûr a Tirk bi xwe ve hatiye îtîrafkirin û piştrastkirin.
Dr. Brauns ji bo pirsa “Gelo haya welatên rojavayî û hêzên navneteweyî ji van sûcên rejîma Erdogan hebû?” bi zelalî wiha bersivan:
Bêguman pê zanîbûn. Mînak; têkildarî bazirganiya petrolê ya bi DAÎŞ’ê re hate kirin, rêveberiya Rûs wê demê dosyayeke berfireh amade kir û danî ber Erdogan.
Li ser nêzîkatiya Almanya û tevahiya welatên rojavayî têkildarî mikurhatinên Peker, Dr. Brauns ev nirxandin kir:
Bûyerên ku Peker qalê kir, demeke dirêj e ji aliyê hikumeta alman û hikumetên Ewropî ve dihatin zanîn.
Ji ber ku bûyerên ku rojnamevanên muxalîf ên li Tirkiyê ragihandin ji aliyê Almanyayê ve cidî dihatin dîtin.
Dr. Brauns diyar kir ku li dijî dewleta çetebûyî, li şûna bendewariya ji qada navneteweyî, divê muxalefeta li Tirkiyê bikeve nava liv û tevgerê