Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji nirxandinên Rêber Apo yên sala 1996’an: ‘Heta kontrgerîla hebe ti kes nikare rihet bike’

 

JI NIRXANDINÊN RÊBER APO YÊN SALA 1996’AN
“HETA KONTRGERÎLLA HEBE TI KES NIKARE RIHET BIKE”

Dewleta tirk a dagirker ji dema avabûna xwe ve li dijî gelê kurd şerekî qirêjî dimeşîne.

Gelek caran di vî şerê xwe de amûrên qirêj bi kar anîne.

Di salên 1990’î de bi bilindbûna têkoşîna azadiyê re ev amûr jî eşkere bûn.

‘Kontrgerîla, Hizbul-Kontra, Mafa û Çete’ di vî şerê asîmetrîk de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin bikaranîn.

Lê helbet ev amûrên qirêj li dora xwe û di nava dewletê de jî bûne îktîdarên nû.

Li ser pişta civakên li Tirkiyê jî bûne weke zêlû û xwîna wan dimijin.

Bi madeyên heşîşê ciwanên wan dikin muptela.

Jinan weke meta û mal difroşin û fihuşê bi wan didin kirin.

Bi çeteyên welatên din re dikevin milê hev û êdî ne tênê li Kurdistan û Tirkiyê li Rojhilata Navîn, heta bi Amerîkaya Latîn trafîkeke qirêjiyan datînin.

Yek ji wan estrumanên qirêj ku dewletê ew di salên 1990’î de û di roja îro de bi kar anî Sedat Peker e.

Peker bi rêya youtubê ji nava wan qirêjiyan îtirafan dike.

Ji ber rojanebûna meselê; bibîranîna nirxandinên Rêber Apo wê rastiyê hinekî din jî eyan û beyan bike.

Rêber Apo 17’ê mijdara 1996’an beşdarî weşana Med TV’ê bûbû û ev nirxandin kiribûn:

Ev hemû bi rêveçûna şer re girêdayî ne.

Li şûna ku mirov li detayên biçûk bieliqe divê mirov li sebebê binêre.

Vê sazûmaniya qirêj hemû Tirkiye xistiye bin tesîra xwe.

Rêber Apo wê demê pozîsyon û nîqaşên di nava muxalefetê de wiha şîrove kiribûn:

Niha pirs ev e; wê çawa van derdoran ji îktîdarê bixin.

Hin dibêjin, em bi rêya hiqûqê bikin?

Bi dozgerekî super bi ser wan ve biçin filan…

Ev ne pêkan e û nabe jî.

Ji bo gelên Tirkiyê û rewşenbîran meselê wiha vedibêje:

Ev rêxistina çeteyan hem dewletê hem civakê hem jî sermayeyê dadiqurtîne.

Heta yekîtiya çeteyan hebe, wê ti kes nikaribe rihet bike.

Dibe ku bibêjin; ev sazûmanî li Kurdistanê bi kêr hat.

Lê dema hûn dinêrin têkoşîna me dewam dike. Ne xwe ew bi ser neketine.

Rêber Apo diyar dike ku berpirsyariya raya giştî ya Tirk jî heye:

Haya raya giştî ya tirk ji kontrayan, ji çeteyan heye.

Lê dibêje; ew li dijî PKK’ê tên bikaranîn û wan weke welatperwer dibînin.

Ev ên wisa dibêjin ji bo nanekî ziwa çil teqle davêjin.

Şerê qirkirina Kurdan, gelê Tirk jî bi xwe re qirêj kir.

Ji ber ku ewqas qirêj bûne nikarin li dijî van çeteyan rabin.

Lê wisa lê hatiye ku ev çete xwîna wan dimijin.

Şerê me yên li dijî van bi dijwarî dewam dike.

Ji ber wê jî ev qirêjî wisa bi gezik û melkesan pajiq nabe.

Divê gavên cidî bên avêtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv