ALAN MEÎŞ / WELAT
GELO DAR Û ZEYTÛN JÎ PKK’YÎ NE ?
Balkêş e ku di serdema rejîma Sedam Husên de Tirkiye bi bihaneya şerê li dijî PKK û li gorî lihevkirina herdu aliyan derbasî nava Iraqê dibû û careke din bi paş de vedigeriya. Lê belê îro her diçe bargehên xwe zêde dike û ji Başîqa heta Metîna, baregehên herî mezin ava dike û niyeta mayindebûnê diyar e.
Heman plan li Sûriyê jî pêk anî. Di çarçoveya peymana Edeneyê ya sala 1998’an de, Tirkiye û Sûriye li hev kir ku heta 5 km ji mafê Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bibe, lê mayînde nabe. Lê piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê ya sala 2011’an, dewleta tirk destek da komên opozîsyonê û xwe li wir mayînde kiriye û nêzî ji sedî 12 axa vî welatî di bin dagirkeriya wê de ye.
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve, 300 hezar şêniyên resen hatin koçberkirin û 270 hezar kes ji malbatên çeteyên xwe bi cih kirin. Rejeya kurdan ji sedî 97 daket 23’an. Hemû sembolên kurdan hatin hilweşandin û xêr û bêra Efrînê zeytûn hatin dizîn. Li başûrê Kurdistanê jî niha sê rê vekirine û xwezaya wê talan dike. Daristanan dibire û derbasî nava axa Tirkiyeyê dike. Gelo dar û zeytûn jî PKK’î ne?!
Ya rast ku ji xwîn û keda destê kurdan e û ev derdê wê dewletê ye. Helbet ev bûyer û derxistina tiştekî bi navê ‘Doza Kobanê’ li dijî HDP’ê ji hev ne dûr in. Tirkiye ji şerê avê, heta bi daristanan û heta bi xêzkirina qanûnên li gorî xwe, êrîşî hebûna kurdan dike.
Ji her demê zêdetir û pêwîstir, çavê gelê kurd li lîderên wan in. Li bendê ne ku li ser maseyekê rûnên û dijminên xwe diyar bikin û herî kêm bibin yekdeng. Ew gav nayê wateya ku êrîş rawestin, berovajî wê dibe hîn zêdetir bibin. Lê belê niha dewleta tirk di krîzeke aborî û siyasî de derbas dibe û bi rêya şer û êrîşan, gelê Tirkiyeyê dixapîne. Lewma pêkanîna yekrêziyê û dijwarkirina şerê li dijî Tirkiyeyê, wê krîzên hundirîn zêdetir bibin, wê cîhan bibe xwedî helwest û wê derdê kurdan derman bibe. Lê ger ew lihevkirin jî nebe, wê piştî demekê tiştek ji destê wan neyê. Ne êrîş radiwestin, ne jî gel li pişta wan dimîne.