Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Taştekîn: Xetên veşartî yên ku Sedat Peker negotine

 

FEHÎM TAŞTEKÎN / GAZETE DUVAR
XETÊN VEŞARTÎ YÊN KU SEDAT PEKER NEGOTINE

Sedat Peker di vîdeoya dawî de li ser rêxistinên terorên yên li Sûrî wekî El Nûsra bê çawa ji aliyê SADAT’ê hatine çekdarkirin sekinî. Vê yekê jî bi saziyek derveyî dewletê re sînor dike. Lê ev SADAT dighêje qesra Erdogan û Sedat Peker qala têkiliya wan bi îstîxbarata Tirk, Cenderme û Artêşê re nake.

Peker dibêje ku kamyonên sîlehan bi riya wî û hevkariya SADAT’ê diçûn ji Nûsra re. Ev bûyerên ku Peker behsa wan dike Mijdara 2015’an e. Ev çerxa ha jî beriya wê 4 salan ajotiye.

Salên 2013 û 2014’an TIR’ên MÎT’ê hatin girtin û piştre bi navê doza FETO ser bûyerê hat girtin.

Lê ka em hinekî paşde biçin û em pirsekê bikin.

Di Hezîrana 2011’an de li Cisir El Şixur 123 endamên ewlekariyên yên Sûrî hatin kuştin.

Guleyên wan sîlehan jî yên Endustriya Tirkiyê bû. Gelo kê ew sîleh dabûn wan komên çete.

Gunehên Tirkiyê wilo dest pê kir.

Li Hatay Reyhanli jî avahiya Dewletê ji bo perwerdeya îslamîstên radîkal hat bikaranîn.

Li wê derê hatin çekdarkirin û şandin ser sînor.

Yên dihatin perwerdekirin bi şev dişandin Sûrî.

Piştre ev hejmar mezin bû û patronê wan jî CIA bû.

Dema ku Amerîkayê xwe ji vê projeyê kişand hejmara wan bibû 15 hezar.

Qismek ji wan beşdarî El Nûsra bûn û sîleh jî ketibûn destê wan.

Jixwe di rapora Amerîka ya 2012’an de hatibû gotin dibe ku El Kaîde li Dêrezor û Hesekê emîrtiyan ava bike.

Dewleta Tirk jî nikarîbû kêmî wan maba û şêwirmendê Erdogan Adnan Tanriverdî SADAT ava kir.

Sewqiyata sîlehan li Lîbyayê jî hebû. CIA ew sîlehên di destê komên çekdar de dan hev. Di ser Tirkiye û Lubnanê re xistin Sûrî.

Piştî bi demekê ew komên navbeynkar li derve hatin hiştin. Dewleta Tirk bi navê mertala firatê ket Sûrî.

Ev agahiyên derketine holê jî gelekî hindik in. Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan di sala 2014’an de gotibû me nêzî 2 hezar TIR malzeme şandin Sûrî. Îca 7 salên din li vê zêde bû. Yanî 3-4 TIR’ên ku Sedat Peker behsa wan dike ne tiştek e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv