LI ÇIYAYÊ BAGOKÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
LI BEJAHIYA GUNDÊ BADIBÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ BERFIREH DIBE
Artêşa tirk li Mêrdînê doh dest bi tevegereke dagirkeriyê kir.
Li gor çavkaniyên herêmî tevgera dagirkeriyê berbanga sibê li çiyayê Bagokê bejahiya gundê Badibê hatiye destpêkirin.
Artêşa dagirker gelek esker bi helîkopteran veguhestine herêmê.
Li gorî agahiyên çavkaniyan, cerdevan jî beşdarî vê tevgera dagirkeriyê bûne.
Balairên şer doh bejahiya gundê Badibê, Bêrma Romanî û Dêr-Xirabê bombe kiribûn.