Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermend Hesen Şerîf: Rêya têkbirina dagirkeriyê, yekîtî ye

 

DENGÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BILIND DIBE
HUNERMEND HESEN ŞERÎF: RÊYA TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ, YEKÎTÎ YE

Hunermend Hesen Şerîf têkildarî strana xwe ya nû “Zinarê Serbilind” û hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî…

Şerîf bi bîr xist ku ew bixwe jî ji gundê Kêste û wiha got:

Zinarê serbilind yek ji çiyayên herî bilind ê herêmê ye.

Warê bav û kalan e.

Timî bi hunera xwe min xwestiye ez bibim dengê gelê xwe.

Ji bo dilê gundiyên xwe aram bikim û balê bikêşim li ser berxwedana li gund, min ev stran weke hêrsa li dijî dagirkeriyê amade kir.

Şerîf diyar kir ku her bohusta xaka Kurdistanê di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye û wiha dewam kir:

Li dijî hewldana dagirkirinê, pêwîstî bi xetek neteweyî heye, Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe nîşanî cîhanî dan ku ew hêzeke gorîng in.

Li Rojhilata Navîn Pêşmerge, Şervan û Gerîlayan berevaniya mirovahiyê kir.

Ji bo vê yekê divê Rêberên Kurdan, partiyên Kurdan û mezinên Kurdan rêzek mezin ji bo xebat û têkoşîna hevdûre bigrin.

BANGA HUNERMEND HESEN ŞERÎF:
JIN Û XORTÊN CANÊ XWE JI BO ME FEDA DIKIN, DÎROKÊ JINÛVE DINIVÎSIN

Ti carî ji bîra me naçe, gelek caran gundên Kurdistanê li ber çavên me hatine valakirin û şewitandin.

Enfal û komkujiyên Behdînan, Germiyan, Qeledizê, Barzan, Dersîm, Zîlan û Efrînê hê di bîra me de ne.

Gava ku mirov bi wijdan be, lazime li dijî dagirkeran raweste.

Strana min a dawî jî peyamek li dijî dagirkeriyê bû.

Kî dibe bila bibe kesên axa min bombebaran bike ew dagirker e.

Bi strana xwe min xwest balê bikşînim ser girîngiya yekîtiya netrewî.

Dagirkerên Kurdistanê çiqas li dijî hev bin jî, wextê mijar dibe Kurd û Kurdistan hemû xebatên wan dibin yek.

Ji ber vê yekê ez weke hunermend û pêşmergeyek kevîn bang li hemû Rêber, partî û saziyên Kurdan dikim, dilê me diêşe, hêvî û hestên me yek in, divê em yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrîşan bi yek dengê rasbin.

Îro dewleta Tirk, li her deverê êrişî destketiyên gelê Kurd dike.

Ev rastiyek vê dewletê ye.

Li hemberî vê, lazime partî, sazî û dezgehên Kurdan ji hevdû fêm bikin û hemû pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin.

Silav li wan xort û jinên hêja yên ku canê xwe feda dikin, ji bo azadiyê.

Ew dîrokê dinivîsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv