ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
DEWLETA TIRK XWEST, PDK’Ê KÊSTE Û ÇELKÊ DAN VALAKIRIN
23’yê Nîsanê dewleta Tirk derfetên xwe yên şer hemû li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê kirin dewrê.
Bi êrişa li dijî Zap, Metîna û Avaşînê hewl dide pîlana xwe ya li dijî gelê Kurd bibe serî.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê armanca vê pîlanê wiha eşkere kiribû:
Dewleta Tirk êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şeva 23’ê Nîsanê di arîfeya salvegera qirkirina gelê Ermenî de pêkanî.
Bi van êrişên dawî re xwestin vê peyamê bidin; “me çawa gelê Ermenî qir kir, em ê heman tiştî bînin serê Kudan jî”
Yanî bi dagirkirina Kurdistanê, temamkirina qirkirina gelê Kurd.
Nîşaneyên vê pîlanê li herêmê xwe didin der.
Yek ji wan bi zextan û bomberdimanê valakirina gundên li herêmê ye.
Girê Zendûra yê herêma Metîna bûye qadeke şerê giran di navbera gerîla û dagirkeran de.
Ev 16 roj in artêşa dewleta Tirk a dagirker nikare bi rehetî li herêmê bi cih bibe û her roj bombe dike.
Jixwe di rojên pêşî yên êrişê de navenda gundê Kêste ku li quntarên Girê Zendûra ye bombe kiribû.
Paşê jî Kêste hat valakirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku ev yek li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hatiye û PDK’ê jî gund daye valakirin.
Li herêmê gundekî din jî li ser zextên PDK’ê hat valakirin.
Ew jî gundê Çelkê ye, ku civaka Xiristiyan niştecihê wê ye.