Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Dagirkerên li ser Girê Zendûra 3 caran bûn hedefa gerîla

 

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
HPG: DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA 3 CARAN BÛN HEDEFA GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk daxuyaniyek da..

Navendê diyar kir ku hêzên wan hem ji hewa û hem jî bejahiyê darbên giran li artêşa dagirker dane û ev agahî pave kirin:

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9’ê Gulanê li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê bicih bûne, 3 çalakî li dar xistin.

“PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ”
HPG’Ê: LI AVAŞÎN Û XAKURKÊ 8 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de jî;

7’ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş çalakiya sekvaniyê pêk hat.

Di encamê de eskerek hate kuştin.

Heman rojê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan, gerîlla bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Çalakiya li herêmê ji bo hilanîna tola Şehîdên Mamreşo hate lidarxistin û bi giştî 6 dagirker hatin kuştin, 2 çeper û navendeke radarê jî hatin rûxandin.

Piştî çalakiya gerîlla, artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakirin.

8’ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

Di encamê de eskerek hate kuştin û ji ber bersivdayîna gerîlla, artêşa dagirker neçar ma paşde biçe.

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
DI ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN 7 Û 8’Ê GULANÊ DE TI ZIYAN LI HÊZÊN GERÎLLA NEBÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên balafirên şer de jî ev agahî parve kirin:

7’ê Gulanê;

Li qadên Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Aris Faris, Mervanos û Şukê yên girêdayî Avaşîn, liv û tevgera helîkopteran hebû.

8’ê Gulanê;

Girê Zendûra yê girêdayî Metînayê,

Gundê Girê û Qada Meyrûkê yên herêma Garê,

Zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê,

Derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Navenda ragindinê ya HPG’ê eşkere kir ku di êrişên hewayî de ti ziyan lui hêzên wan ên gerîlla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv