Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komkujiya Vartînîsê: Hovîtiyeke din a dewleta Tirk piştî 28 salan zelal bû

 

KOMKUJIYA VARTÎNÎSÊ
HOVÎTIYEKE DIN A DEWLETA TIRK PIŞTÎ 28 SALAN ZELAL BÛ

Salên 90’î di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de, weke destpêkirina qonaxa herî girîng tê zanîn..

Cara pêşî wan salan şerê gerîlla û serhildana gel bi hev re bûn yek.

Dewleta xwedî artêşa sed hezaran ku nekarî li hemberî têkoşîna Kurdan xwe bilivîne, giranî da rêbazên şerê taybet.

Bi taybet jî wê demê herêmên ku bi welatparîzî û dilsoziya xwe dihatin naskirin, weke hedefên nû yên êrişên artêşa Tirk hatin destnîşankirin.

JÎTEM û Hîzbîkontra xistin nava tevgerê..

Bi vê yekê 2 hedefên wan ên sereke hebûn;

A yekemîn, bi kuştin û valakirina gundan, kurdan çavtirsandî bikin.

Duyemîn komkujiyan bixin stûyê PKK’ê da ku li qada navneteweyî, weke rêxistineke terorê xuya bike..

Ji ber berjewendiyên di navbera Tirkiyê û hêzên cîhanî de, ev siyaset heta radeyekê gihîşt armanca xwe.

Tevî ku eşkere bû dewleta tirk 4 hezar gundên Kurdan şewitandine, bi mîlyona Kurd koçber kirine, bi hezaran kes kuştine, dîsa jî di siyaseta dij-Kurd de ti guhertin nehate kirin.

3’yê Cotmeha sala 1993’an, bi îdîaya ku dilxwazên PKK’ê ne, artêşa Tirk bi ser herêma Vartînîsê ya li navçeya Mûşê, Têlî de girt.

Bi şewitandina bi saxî Nasir û Eşref Ogût tevî 7 zarokên xwe, yek ji komkujiyên herî hovane ên dîroka mirovahiyê hat kirin.

Û weke her carê, Serdozgerê demê ê Mûşê, komkujî xist stûyê PKK’ê û bi vî awayî rê li lêpirsînê girt.

Li hemberî vê neheqiyê, Aysel Ogût a wê demê bi saxî ji komkujiyê xelas bû dest ji lêgerîna xwe ya edaletê berneda.

Û di encama vê biryardariyê de, dewleta Tirk neçar ma li komkujiya hovane mukir were.

Yekemîn Daîreya Dadgeha Bilind, serlêdana têkildarî Komkujiya Vartînîsê nirxand û qebûl kir ku komkujî bi biryara Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Bulent Karaoglû hatiye kirin.

Di biryara dadgehê de ev gotin hatin bikaranîn:

Fermandar Karaoglû biryara şewitandina gund daye…

Lê belê her çendî bi biryarê re hat qebûlkirin, komkujî bi destê leşkeran pêk hatiye jî dosya bi xetereya demboriyê re rûbirû ye.

Eger heta 3’ê Cotmeha 2023’an mijar bi encam nebe û biryar neyê dayîn wê dosya bikeve nava çarçoveya demboriyê û sûcê kujeran ji holê bê rakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv