Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê 160 roj li pey xwe hişt

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 160 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

27’ê Mijdarê girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’î li zindanên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.

Armanca wan a sereke azadiya fizîkî ya rêber APO ye.

Berxwedana zindaniyan 160 roj li pey xwe hişt û koma 32’an çalakiyê bi rê ve dibe.

Li aliyekî biryardariya girtiyên azadiyê di asta bilind de xwe dide der, li aliyê din jî dagirkeriya Tirk li ser wan zext û faşîzma xwe zêde dike.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
“DIVÊ HERKES BIBE DENGÊ GIRTIYAN”

Endamê TÛHAY-DER’a Wanê Kenan Kara behsa binpêkirinên li zindanan kir û bang li herkesî kir ku xwedî li doza girtyan derkevin.

Cevdet Albak jî ji zindana Wanê beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bûye.

Hevjîna wî Anargul Albak tecrîda li dijî Rêber Apo û girtiyan weke hovîtiyekê bi nav kir û bang li civakê kir.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI MEXMÛRÊ KOMA 70’YÎ ÇALAKÎ DEWR GIRT

Bi heman armancê li wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî ev 139 rojin çalakiya greva birçîbûnê tê lidarxistin.

Grev serê 2 rojan ji aliyê komeke nû ve were birêvebirin.

Koma 70’yî çalakiya ku li saziya malbatên şehîdan tê demakirin, dewr girt.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên meha Gulanê li ser navê çalakgeran Sadiq Demir axivî..

Di çalakiyê de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên hat kirin ku li her deverê bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dakevin qadan.

Li wargeheke din a penaberan Lavrîoyê jî çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya li vir jî 122 roj li pey xwe hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv