Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerên Alman: Bila Almanya êdî çanda Kurdî sansur neke

 

DESTESERKIRINA ARŞÎVA HERÎ MEZIN A MUZÎKA KURDÎ
PARÊZERÊN ALMAN: BILA ALMANYA ÊDÎ ÇANDA KURDÎ SANSUR NEKE

Polîsên Alman li ser zext û daxwaza Tirkiyê 1’ê sibata 2019’an îmze danîn bin pêkanîneke din a qirêj û avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê.

Mîr Muzîk arşîva herî mezin a muzîka Kurdî ye û Weşxaneya Mezopotamyayê jî yek ji weşanxaneyên herî girîng ên Kurdan e.

Polîsên Alman di dema serde-girtinê de tevî cd, kaset û qeydên muzîkê, dest danîn ser hemû tiştên li Mîr Muzîk û Weşxaneya Mezopotamyayê.

Di ser re 26 meh derbas bûn, hê jî ew tiştên desteserkirî paşde nedane.

Parêzerên her du saziyan Dr. Peer Stolle, Dr. Lukas Theune û Berthold Fresenius helwesta Alman, wekî qedexeya çanda Kurd dinirxînin û rexne dikin.

Her du parêzer bêhiqûqiya polîsên Alman jî destnîşan dikin û wiha dibêjin:

“Dema serde-girtinê diviyabû yek bi yek navê tiştên desteserkirî binivîsandana, lê belê wisa nekirine. Wekî qutiyek cd an jî qutiyek pirtûk qeyd kirine. Lewma jî em di dema îtîrazê de zehmetiyan dikişîne.”

Parêzer Dr. Peer Stolle, Dr. Lukas Theune û Berthold Fresenius ji dadgerên îdarî yên federal ên bi dozê re têkildar, dixwazin, dawî li bêhiquqî û sansurkirina çanda Kurd bînin û tiştê desteserkirî paşde bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv