Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hukûmeta demkî ya Libyayê ji Enqereyê daxwaza vekişandina çeteyan kir

 

TÊKILIYÊN LÎBYA Û TIRKIYÊ
HUKÛMETA DEMKÎ JI ENQERÊ DAXWAZA VEKIŞANDINA ÇETEYAN KIR

Li Lîbyayê, bi desteka civaka navneteweyî, gav bi gav hukumeta demî ya neteweyî xurtir dibe.

Ev yek jî dewleta Tirk a ku li pey bêaramiyê ye zêdetir dixe nava tirs û fikaran.

Enqere vê carê di bin rêberiya wezîrê karên derve Mevlût Çavişoglû de heyetek şand vî welatî.

Serfermandarê artêşê û musteşarê rêxistina îstixbaratê MIT’ê jî di vê heyetê de cî girtin.

Piştî hevdîtinên veşartî daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin.

Axaftina ewilî ji aliyê Wezîra Karên Derve yê Lîbyayê Necla El Manqûş ve hat kirin.

Manqûş di axaftina xwe de rasterast bang li dewleta Tirk kir ku ji bo qewirandina leşker û çeteyên li Lîbyayê bi wan re hevkariyê bike.

Wezîrê Çavişoglû ji vê gelek aciz bû, di bersiva xwe de peymana bi hukumeta Fayiz El Serac re hatibû morkirin referans nîşan da.

Çavişoglû wekî haya wî ji şandina çeteyan tune be got, eleqeya çeteyên kirêkirî û leşkerên Tirk ên li welêt bi hev tune ye.

Dewleta Tirk ji bo hukumeta Serac a Trablûsê biparêze, nêzîkî 20 hezar çete şandin Lîbyayê.

Ev çeteyên olperest piranî di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatin bikaranîn û paşê di berdêla heqdesteke mehane li Lîbyayê hatin bicîkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv