DEWLETA TIRK AVA ÇEMÊ FIRATÊ QUT KIRIYE
124 RÊXISTINÊN SIVÎL TÊKILDARÎ QUTKIRINA AVA FIRATÊ BANG KIRIN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê ve sûcê li dijî xweza û mirovahiyê pêk tîne.
Daxuyanî wiha didome:
“Di van pêvajoyên dawî de dewleta Tirk li ser ava Firatê gelek bendav ava kirine.
Bi van bendavan, dewleta tirk bi zanebûn ava çemê Firatê ya derbasî Sûriyê û Iraqê dibe kêm dike.
Kêmbûna avê li ser jiyan û debara 4 mîlyon welatiyên li herêma Cizîrê dijîn bandorek neyînî kiriye.
Divê hikumeta Tirk di çarçovaya zagonên navnetewî de rêzê ji pîvanên cînartiyê re bigre.
Ji ber vê yekê em bang li Neteweyî Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku li beramberî vî sûcê dewleta tirk bêdeng nemînin.
Em wek rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber van kiryaran, hikumeta Tirkiyê şermezar dikin.”