DEWLETA TIRK AVA ÇEMÊ FIRATÊ QUT KIRIYE
DEWLETA TIRK KÊMKIRINA AVÊ WEK ÇEKEKE SIYASÎ BI KAR TÎNE
Dewleta Tirk ava ku ji nav singa Kurdistanê diherike li hemberî kurdan û gelên din ên Rojhilata Navin weke tehdît bi kar tîne.
Çemên Fratê û Dicle ji bo gelên Mezopotamya û Rojhilata Navin çavkaniya jiyanê ne.
Lê Dewleta tirk li ser van herdû çeman bendav li ser bendavan çêkirine û kengê bixwaze ava wan dibirre.
Dîmenên çemê Firatê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kişandin, vê siyaseta qirêj a dewleta Tirk piştrast dikin.
Hevala me Sîlva Hec Elî bal kişand ser vê xeteriya li herêmê.
RAPOR: SÎLVA HEC ELÎ
KAMERA: MUSTEFA MISLIM