ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA
BI RIHÊ SERKEFTINA GARÊ GELÊ ME BI TÊKOŞÎNA XWE TECRÎDA LI SER RÊBER APO BÊ WATE KIR
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di bernameya taybet atelevîzyona me de, mijarên di rojevê de nirxand.
Sozdar Avesta, destpêkê fermandar Sînan Dêrsim bibîr anî û di şexsê wî de hemû şehîdên meha gulanê bibîr anî.
Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo Sozdar Avesta got;
Dewleta Tirk bi kiryarên şerê taybet xwest di şexsê Rêber Apo de sebra gelê me bi ceribîne.
Lê bi rihê serketina Garê, gelê me bi têkoşîna xwe tecrîdê bê wate kir.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
ÊRIŞÊN LI SER HERÊMÊN AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA JI 2015’AN VE BÊ NAVBER DEWAM DIKIN
Mijareke din ku Sozdar Avesta bi berfirehî li ser sekinî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên parastinê yên medya bû.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
GERÎLAYÊN LEHENG BI BERXWEDANA XWE NÎŞAN DAN KU TU HÊZ JI ÎRADEYA GERÎLA MEZINTIR NÎNE
Li hemberî dagirkeriyê Sozdar Avesta berxwedana gerîlayên azadiyê destnîşan kir û got;
Ti hêz ji îradeya gerîla mezintir nîne.
ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
DIVÊ GELÊ ME LI DORA GERÎLA BIBE YEK, LI HER QADÊ TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBE
Sozdar Avesta, li hemberî dagirkeriyê xwest ku gelê Kurd, li dora gerîla bibe yek û li her qadê tevlî berxwedanê bibe.
Di vê çerçoveyê de Sozdar Avesta bang li serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir ku bi daxuyaniyên xwe siyaseta faşîzma AKP/MHP’ê neparêze.