Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Operasyon yekitiyê ferz dike

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
OPERASYON YEKÎTIYÊ LI KURDAN FERZ DIKE

Rêveberiya Tirkiyê û Artêşa Tirk, bi salane li dijî herêmên başûr û bakurê Kurdistanê operasyonan li dar dixin. Li bakurê Kurdistanê bi hezaran qaleqol û qereqol ava kirin. Dîsa li başûrê Kurdistanê bi dehan baragehên eskerî ava kirin. Zêdeyî 30 operasyonên mezin ên eskerî yên dersînor li dar xistin. Bi sedan operasyonên hewayî lidar xistin. Hemû çiyayên Kurdistanê bi balafirên F-16 bombe kirin. Bi top û hawanan bombe kirin. Bendav ava kirin. Gund vala kirin. Zozan û çiya li Kurdan qedexe kirin.

Hê jî baregehan li Herêma Federel a Kurdistanê ava dikin. Her çend, herêma Federel a Kurdistanê di rêveberiya PDK û YNK’ê de ye jî, lê PDK û YNK li dijî van operasyonan û avakirina baragehên eskerî yên Tirkiyê bertekan nîşan nadin. Gelek caran çavkaniyên herêmî eşkere dikin ku hêzên PDK’ê jî bi Artêşa Tirk re tevlî operasyonan dibe.

Niha jî piştî Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê AKP’ê Tayip Erdogan di 23’ê Nîsanê de bi telefonê axivîn, di heman şevê de Hêzên Çekdar ên Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Ewil bi balafirên şer li Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê êrîşên hewayî pêk anîn. Zêdeyî hefteyekê ye şer didome. Gelek siyasetmedar, akademîsyen, dîroknas û zanyar diyar dikin ku ev operasyon bi hevkariya Amerîka, Hikûmeta PDK’ê û hikûmeta AKP-MHP’ê ya Tirkiyeyê pêk tê.

Bi salan e hevkariya AKP û PDK’ê tê niqaşkirin. Kurd bi salan in bertek nîşanî helwesta PDK û YNK’ê ya li dijî nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê didin. Lê em dibînin ku hê jî PDK nêzî yekîtiya Kurdan nabe. Bêtir nêzî AKP’ê dibe.

Di vê pêvajoya ku li aliyekî tecrîd didome, li aliyê din operasyonên siyasî û eskerî zêde dibin de bêtir pêdivî bi tifaq û yekîtiya Kurdan heye. Bêtir pêdivî bi yekîtiya gelan û mazlûman heye. Di vê pêvajoya ku êrişên li ser çand, ziman, ax û nasnameya Kurdan didomin de rola yekîtiya partiyên Kurdan, saziyên Kurdan Zêde dibe. Rola Xebatên Tîfaqa Kurdistanî bêtir zêde dibe. Di vê pêvajoyê de divê bêtir Kurd li dora Xebatên Tifaqa Kurdistanî bibin yek û Xebatên Tifaqa Kurdistanî jî bêtir ji bo yekîtiya Kurdistaniyan xebatê geş bike.

Di pêvajoya ku tecrîd, operasyonên siyasî û eskerî didomin de xebat neyê kirin gelek nirxên Kurdan wê têkevin talûkeyê. Lê ku Xebatên Tifaqa Kurdistanî bêtir geş bibin û gel li dora tifaqê bibin yek, tecrîd, operasyon û êrîş dê bi dawî bibin. Ji ber vê yekê ev operasyonên li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê bêtir yekîtî û tifaqê li Kurdan û Kurdistaniyan ferz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv